DOLAR 32,5878 0.34%
EURO 34,8356 0.26%
ALTIN 2.507,860,95
BITCOIN %
Ankara
21°

KAPALI

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

88 okunma

Êşa piştê û sedemên wê

ABONE OL
3 Ocak 2023 01:30
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Êşa piştê mijarek pir girîng e û em di jiyanê de pir lê rast tên. Di vê nivîsê de bi giştî ez ê qala êşa piştê û sedemên wê bikim. Herî dawîn jî bi pêşniyarên ji bo êşa piştê ez ê nivîsê bi dawî bikim. Di nivîsên din de mirov dikare bi taybetî qala hin ji wan sedemên êşa piştê bike ku mijarek berfireh e.

Êşa piştê wekî tevzînok-pûçbûn, wekî derzî di canê mirov de here an jî wekî guvaştin dikare xwe bide der. Êşa piştê dikare ji ber hestî, movik, masûlke-tamar, kerînek û kejiyên aliyê piştê çêbibe û sedema wê carinan nayê zelalkirin.

Ji sedî 80yê mirovan di jiyana xwe de herî kêm carekê êşeke cidî ya piştê derbas dike. Pirî caran êş jixweber derbas dibe. Nêviyê van kesan di du hefteyan de bi tûmerî baş dibe. Di hundirê 6 hefteyan de ji sedî 80ê bi temamî ji êşa piştê pak dibe. Kesên carekê bi giranî, cidî êşa piştê derbas kiribin, ji sedî 30 dîsa di pêşerojê de ataxên êşa derbas dikin an jî êşa wan kronîk dibe. Êşa piştê ji 6 hefteyan kêmtir be weke “êşa demkî an jî akut”, ji 3 mehan dirêjtir bajo jî weke “êşa mayînde an jî kronîk” tê pênasekirin.

SEDEMÊN ÊŞA PIŞTÊ

Birîndariyên aliyê piştê, travma, tevgerên şaş, cemidandin, fitixa piştê, bi emir re şikestinên stresê yên movikan û xwarbûna marîpiştê, li ser hev cî guherandin an jî şemiyandina movikên piştê, tengbûna kanala marîpiştê, hin enfeksiyon, ûr-tumor… dikarin bibin sedema êşa piştê

PÊŞNIYAR

Dema êşa piştê çêdibe bi piranî mirov xwe davêjin nava ciyan û li serxwe nagerin, zêde hereket nakin û bawer dikin ku ev ji êşa piştê re baş tên. Lê belê bi taybetî êşan ji nişka ve destpê kiriye de tevger pir girîng e. Her çi qas hefteya pêşîn vehesîn-îstrehet bê pêşniyarkirin jî piştî wê divê mirov çalak be û li ser xwe bigere, bimeşe. Li gora kîlo û temenê mirov egzersîz û kardiyo jî ji bo qaweta masûlkeyên pişt û zik pir baş in û ji êşa piştê re jî pir baş tên.

PÊKANÎNÊN SAR Û GERM

Li gora rewşê pêkanînên sar û germ diguherin. Bi taybetî ji bo travmayên sporê û yên akut pêkanînên sar, ji bo yên kronîk û şidandina maûlkeyan pêkanînên germ baş tên. Kêm zêde di saetekê de 10-15 deqeyan bê kirin bes e. Tenê divê pêkanînên sar û germ bi paç û potekî an jî bi xewlî û pêşgirekê bê gerandin û wisa bê bikar anîn.

SEKNA RAST

Hem li ser lingan û hem jî dema rûniştinê de laşê mirov di sekna rast de be ji bo movikên piştê baştir bin girîng e.

SOLA RAST

Sol giraniya laşê mirov hildigire û ji bo tenduristiya piştê jî pir girîng e. Solên ortopedîk û ne teng wê baş be ji bo êşa piştê.

XWARIN Û VEXWARINA BI TENDURISTÎ

Xwarin û vexwarina bi rêk û pêk û bi tendurist qaweta laş zêdr dike û ji bo kontrola kîloyan jî gelekî baş e. Kîloyê zêde barê dikeve li ser piştê zêde dike û ev jî tiştekî xetere û xerab e ji bo êşa piştê. Ji bo tenduristiya piştê û êşa wê berbameyek baş a xwarin û vexwarinê hewce ye.

XEWA BAŞ

Ji bo kesên bê zaron û yextiyar kêm zêde 7-9 saet razan pir baş e. Di nivînekî rast de têra xwe razan hem ji bo êşa piştê û êşa canê mirov û hem jî ji bo tevahiya laşê mirov baş tê.

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme
dedektif | özel dedektif | fixbet giriş