DOLAR 32,5008 0.26%
EURO 34,5719 0.19%
ALTIN 2.497,200,58
BITCOIN %
Ankara
23°

KAPALI

04:46

İMSAK'A KALAN SÜRE

79 okunma

Erdhej û nexweşiyên vegir

ABONE OL
10 Mart 2023 09:00
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Wekî berdewamî min xwest vê carê ez li ser erdhej û nexweşiyên vegir, têger bisekinim. Ji nexweşiyên ku mirov derbasî hevdu dikin an jî mirov ji hevdu vedigirin re em nexweşiyên vegir an jî nexweşiyên têger dibêjin.

Piştî erdhejê mixabin rîska nexweşiyên vegir zêde ye li ciyên ku mexdûrên erdhejê lê dijîn. Ji ber şert û mercên fizîkî, xwarin, vexwarin, av, paqijî, ciyên mayinê ên qerebalix û girtî, pirsgirêkên xewê û hwd. nexweşiyên vegir zêdetir dikare bên dîtin.

Hemin ku mijar wisa dimeşe ez dixwazim banga alîkariyê dubare bikim. Her çiqas sazî, dezgeh û berpirs li ser disekinin jî em dizanin kêmanî pir çêdibin. Ji ber vê jî heta ji me hat em her dem alîkariya mexdûrên erdhejê bikin û jibîr nekin; di demek pir kin de mixabin rewş normalîze nabe û her dem bala me bila li ser wan be.

Ji bo nexweşiyên vegir herî pir jî zarok, kesên yextiyar û kesên xwedî nexweşiyên domdar-kronîk di rîskê de ne. Wekî din jî xebatkarên li wê derê bi her awayî alîkariyê jî dikin para xwe ji vê rîskê werdigirin. Di zarokan de nexweşiyên wekîn sorik û mîrkutokan dikare bê dîtin û ji bo vê jî divê parzayên (aşî) wan bên kirin.

BI GIŞTÎ ÇI NE EV NEXWEŞÎ?

Nexweşiyên wekî şewbê, grîbê, halê yên rêyên hewayê yên jor û nexweşiyên wekî bronşît, zatore-zatûre yên rêyên hewayê yên jêr û pişikê. Wekîdin jî Tetanoz, Jana Zirav (Werem, tuberkuloz), Navçûn (Emel), Tîfo, Hepatit A û Hepatit B, Harbûn (Qidûz, Kuduz), Gurîbûn (xurî) dikare bê dîtin.

EMÊ ÇAWA PÊŞÎ LI VAN NEXWEŞIYAN BIGIRIN?

Di serî de divê şert û mercên baş ji mirovên mexdûr re bên avakirin. Xwarin û vexwarin divê hem ji aliyê têrkirinê û hem jî ji aliyê paqijiyê ve baş bin. Avên vexwarinê divê ambalajkirî an jî devê wan girtî bin. Hewce ye germkirina ciyên mayînê baş be. Hewce ye destşo, tewalet hinekî dûrî ciyê mayînê û xwarinê be û paqijiya wê baş be. Hewce ye têra xwe av hebe ku mirov carê destên xwe pak bişon. Kesên nexweş jî hewce ye bikaribin bigihêjin xizmetek baş a tenduristiyê û wekîdin jî ew li xwe miqate bin. Ji bo nexweşiyên bi rêya hewayê derbasî mirovan dibin maske, mesafe û tiştên em ji rewşa giran a koronayê dizanin divê bên kirin.

Ez dîsa banga xwe ya alîkariyê dixwazim dubare bikim. Ne ji bo mehekê an jî çend rojan, ji bo wextekî dirêjtir em alîkariyên xwe bifikirin û li gora wê tev bigerin. Ji ber ku mixabin hê jî em dizanin carê pirsgirêka avê û tiştên din çê dibe. Ev jî xetere û talûkeya nexweşiyan zêdetir dike. Em heta ji me qediya li wan mirovên hêja xwedî derkevin û ji rojeva xwe dernexin. Bila enerjiya me ya baş her li cem wan be. Hêvî dikim rojek berî rojekê rewş baştir bibe.

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme
deneme bonusudedektifdeneme bonusu veren sitelerfixbetfixbetantalya escortmatadorbethukuk forumDijital Pazarlama Ajansıescort gazianteponline itibarescort gaziantephaberankara laptop alım satımevden eve nakliyat
dedektif | özel dedektif | fixbet giriş