DOLAR 32,5038 0.08%
EURO 34,7826 -0.12%
ALTIN 2.496,260,50
BITCOIN %
Ankara
10°

HAFİF YAĞMUR

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

60 okunma

Gelo dinya ber bi hikûmdariya robotan ve diçe?

ABONE OL
23 Mayıs 2023 23:30
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Ayşenûr Ozel

Ev demek e em behsa jîrahiya çêkirî dikin. Ya rastî jîrahiya çêkirî hê di sala 1956an de derketibû. Ev fikir berê jî hebû lê di nava gel de ne berbelav bû. Berê wekî çareserkirina pirsgirêkan û li ser rê û rêbazên sembolîk dixebitîn. Aniha li ser pêşketina axaftin, tevger, naskirina dîmen û agahiyan û texmînkirinê bi pêş ketiye. Di van demên dawî de êdî gel jî pê dizanin. Divê em rind bizanin jîrahiya çêkirî çi ye û di robotan de encamên xebata wê çawa ne.

Çend salan beriya niha ji me re bigotana êdî robot ji bo me bixebitin belkî me bawer nedikir. Li dewsa xebata mirovan xebata robotan ne pêkan bû. Di pêşketina teknolojiyê de ji tiştên herî mezin yek jî çêkirina van robotên merivokî ye. Jîrahiya çêkirî ji bo xebat, bicîhanîna hinek peywiran, hînbûn û lihevkirina agahiyan pergalên (sîstem) merivokî ne. Bêguman ev robot ji kargeh û şirketan bikêr in. Ji bo xwediyên kar xebata zû û bilez gelekî girîng in. Robotên bi jîrahiya çêkirî hatine çêkirin jî ji bo wan qezenceke mezin e. Ji ber vê yekê bi pêşketina teknolojiyê kargeh û şirketên mezin berê xwe dane jîrahiya çêkirî û çêkirina robotên merivokî.

Fikra xebata wê li ser bi qaydeyî merivan kirin e. Mîna merivan tevdigerin, tevgerên wan ducar dikin û xwe bi pêş dixin. Bi agahiyên berê çavderiyê dikin û bertekan didin. Bêguman ji bo robot van tiştan bikin ev tişt pêwîst in; hînbûna makînê, hişmendiya tora agahiyan, hînbûna kûr, bîranîn û serpêhatî ne. Bi hînbûna makînê otomatîzekirina çêkirina modelên analîtîk bêyî karekî kodnivîsînê bi bikaranîna torên agahiyan, statîstîk û rêbazên fîzîkê agahiyan peyda dike. Bi hişmendiya tora agahiyan bi qayde hişê merivan dike. Kopî dike, li hev tîne û dişibîne. Mîna merivan difikirin, zîrek û jîr dibin. Ji bo hînbûna kûr ji hesabkirina pêşketî û rêbazên perwerdehiyê sûdê werdigire. Bi vî awayî hînî modelên tevlihev û zehmet dibe.

Bêguman bîranîn û serpêhatiyan jî derbasî jîrahiya çêkirî dikin da ku ew robot mîna merivan tevbigere, bifikire û biaxive. Her wiha ev robot hemî bîranînan nikarin bînin bîra xwe. Agahiyên wan ên li ser bîranînan sînordar in. Ji xeynî vê li ser wêneyan jî dixebitin. Wêneyan nas dikin, di hişê xwe de xêz dikin. Him wêneyên rast him yên qestî nas dikin û bi vî awayî hînî xêzkirina rûyê merivan dibin. Di bingeha xebata wê de du tişt hene; naskirina wêneyan a sembolîk û hînbûna makîneyan.

Ji bo vê teknolojiya nûjen çend sazî û şirket berê xwe dane vê qada teknolojiyê. Ji wan şirketan yek jî OpenAI ye. Di sala 2015an de li Amerikaya San Fransiscoyê ji aliyê Sam Altman, Reid Hoffman, Jessica Livingston, Elon Musk, Ilya Sultskever, Peter Thiel ve ji bo lêkolînên jîrahiya çêkirî bikin hatiye avakirin. Ji xebatên herî dawî yek jî ChatGPT e. Di sala 2020an de OpenAIyê modeleke zimanê li ser agahiyên întêrnetê hatiye amade kirin, GPT-3 pêşkeşî me kiriye. ChatGPTê bala hemî cîhanê kişandiye. Bi zimanekî xwezayî bersiva pirsên we dide, zimanan werdigerîne û birêkûpêk nivîsan dinivîse.

Şirketa din a jîrahiya çêkirî 1X şirketa endezyarî û robotîkê ye. Li ser androidên dikarin tevbigerin û tevgerên mîna mirovan çêdikin dixebitin. Şirket di sala 2014an de hatiye avakirin û navenda wê li Norwêcê ye. Li seranserê cîhanê zêdetirî 50 karmendên wê hene. Armanca 1Xê ew e, robotên bi sepanên pratîk ên cîhana rastîn biafirîne da keda mirovan li seranserê cîhanê zêde bike. Her wiha ji bo vê armanca robotên merivokî çêbikin ji OpenAIyê bi 23.5 milyon dolaran fon girtiye. Şirket dixwaze hêza kar û xebata mirovan zêdetir bike. Çend mehan beriya niha jî robota xwe ya merivok EVE dane nasîn. Di havîna 2023an de jî robota xwe ya bi navê NEOyê bidin nasîn. Di robota NEOyê de em ê bibînin jîrahiya çêkirî di laşekî mîna laşê merivan de çawa dixebite. Di vê robotê de jî algorîtmaya zimanî ya OpenAI û jîrahiya wan a çêkirî hatiye bikaranîn.

Phoenix ji robotên merivokî yek e. Ji aliyê şirketa Sanctuary AIyê hatite çêkirin. Ji ber ku di kargehan de hêza merivan têr nake hatiye amadekirin. Ji bo sektora kargehan ev robot xwe îsbat kiriye, li dewsa me jî dikare gelekî baş bixebite. CEOyê Sanctuary AIyê Geordie Rose dibêje, ”Robotên armanca wan ji bo temamiya cîhane ye wekî erebeyan li her derê bin û bên bikaranîn.”

Di warê teknolojiyê de pêşketina herî mezin ev e, robotên mîna me tevdigerin û difikirin. Bêguman ev pirs tên bîra me; gelo robotên mîna me me têk bibin? Em ê bi hev re bikarin bi xweşî bijîn? Mixabin em nizanin axiriya me bi robotên bi vî rengî yê çawa be lê ev yek diyar e, heke ev teknolojî rind û ji bo armancên baş neye bikaranîn zirarê bide me hemiyan. Di her kar û xebata qada zanistê de ev pirs tên bîra me lê tu xebatê bi qasî van robotan serê me tevlihev nekiriye.

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme
deneme bonusudedektifdeneme bonusu veren sitelerfixbetfixbetantalya escortmatadorbethukuk forumDijital Pazarlama Ajansıescort gaziantepescort gaziantephaberankara laptop alım satımevden eve nakliyat
dedektif | özel dedektif | fixbet giriş